Wezareta Karên Derve ya Îngîlîstanê ragihand ku ji ber erdheja ku li Mereşê pêk hat û Tirkîye û Sûrîyeyê wêran bû, ew ê 25 mîlyon sterlîn alîkarîyê bidin Tirkîye û Sûrîyeyê.
Wezareta Karên Derve ya Îngîlîstanê ragihand ku ji ber erdheja ku li Mereşê pêk hat û Tirkîye û Sûrîyeyê wêran bû, ew ê 25 mîlyon sterlîn alîkarîyê bidin Tirkîye û Sûrîyeyê.
Di daxuyanîya Wezareta Karên Derva ya Îngîlîstanê de, hat destnîşankirin ku di çarçoveya pakêta alîkarîyê de ji bo malbatên ku di şert û mercên sar ên zivistanê de bêmal mane, wê kon û betanî bên dayîn. Her wiha ji bo berdewamîya xebata li nexweşxaneya meydanî ya ku ji alîyê Îngîlîstanê ve li navçeya Turkoglû ya Mereşê hatîye avakirin, di salona emelîyatê de wek 24 demjimêran xebatên tenduristîyê birêve dibe û her wiha ji bo berdewamîyê jî piştgirîya aborî jî hat ragihandin.