Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu peyama berdewamîya şer dûbare ki: "Em ê heta dawî bidomînin. Tu kes nikare me asteng bike."
Ji alîyek agirbesta demkî ya di navbera Îsraîl û Hemasê de ku 24ê Mijdarê dest pê kiribû, dewam dike, alîyek din jî Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu peyama berdewamîya şer dide.
Netanyahu li Gazeyê bi leşkerên Îsraîlê re hevdîtin kir û ji leşkeran re wiha got, "Em ê heta dawî heta 'serketinê' bidomînin. Tu kes nikare me asteng bike."
Netanyahu peyama xwe dûbare kir ku ew ê êrîşên li ser herêmê piştê 'rawestana mirovî' bidomînin.