Federasyona Futbolê ya Tirkîyeyê (TFF), Înegolsporê sewqê Lîjneya Dîsîplîna Futbolê ya Profesyonel (PDFK) kir.
Hefteya borî, di 25ê Mijdarê de, alîgirên Înegolsporê bi sirûdên xerab hem li Amedsporê û hem jî li kaptanê Amedspor ê efsanewî û rehmetî Şeyhmus Ozer heqaret kirin.
Di heman maçê de li Amedsporê re dirûşmeyên nîjadperest hat gotin. Tê meraqkirin ka PDFK di lêpirsîna dîsîplînê de wê Klûba Înegolsporê ji ber nîjadperestîyê ceza bigre yan na.
Rêveberîya Amedspor daxuyanîyek da çapemenîyê û ragihand ku ji ber dirûşmeyên nîjadperestî wê li dijî Înegolsporê mafên xwe yên qanûnî bi kar bînin.