Navenda Mafên Zarokan a FÎSA'yê bi şopandina medyayê "Nobeta agahîyê ya meha Nîsanê ya li ser binpêkirina mafên zarokan ên li Tirkîyeyê" parve kir.
Navenda Mafên Zarokan a FÎSA'yê bi şopandina medyayê "Nobeta agahîyê ya meha Nîsanê ya li ser binpêkirina mafên zarokan ên li Tirkîyeyê" parve kir.
Di nota agahîyê de hat destnîşankirin ku bi zêdebûna geşt û germbûna hewayê re, herî kêm 71 zarokan ji ber sedemên ku dikarin pêşî lê bigirin, jîyana xwe ji dest dane. Hat dîyarkirin ku ji zarokên jîyana xwe ji dest dane, 24 keç û 45 jî kur in. Hat dîyarkirin ku di qezayên trafîkê de 23 zarokan jîyana xwe ji dest dane û 12 zarok di qenalên avdanê de xeniqîne. Hat tespîtkirin ku ji zarokên jîyana xwe ji dest dane 5 penaber bûne.
Hejmara zarokên di meha Nîsanê de ji ber şîdetê jîyana xwe ji dest dan 4 e.