DEM Partî namzetên xwe yên hevşaredar ên 8 şaredarîyên bajarên mezin û 5 şaredarîyan ku Enqere jî di nav de ye, eşkere kir.
DEM Partî namzetên xwe yên hevşaredar ên 8 şaredarîyên bajarên mezin û 5 şaredarîyan ku Enqere jî di nav de ye, eşkere kir.
Namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Enqereyê yên DEM Partî wek sîyasetmedara girtî Gultan Kişanak û parêzvanê mafên mirovan Ozturk Turkdogan hate dîyarkirin. 43 roj berîya hilbijartinên herêmî partîyên sîyasî eşkerekirina namzetên xwe yên şaredarî û hevşaredarîyê didomînin.
Berdevka Partîya Gelan a Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Ayşegul Dogan, derbarê biryarên Desteya Rêveberîya Navend li avahîya partîya xwe civîneke çapemenîyê li dar xist. Dogan, namzetên DEM Partî yên Enqere, Riha û Dîlokê eşkere kir û dîyar kir ku namzetên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Enqereyê yên DEM Partîyê sîyasetmedara Kurd Gultan Kişanak û parêzvanê mafên mirovan Ozturk Turkdogan ne.