Li welatê Emrîkaya Başûr Ekvadorê, namzedê Serokkomarîyê Fernando Vîllavîcencîo berîya hilbijartinên Serokkomarîyê di êrîşa çekdarî de hat kuştin.
Li welatê Emrîkaya Başûr Ekvadorê, namzedê Serokkomarîyê Fernando Vîllavîcencîo berîya hilbijartinên Serokkomarîyê di êrîşa çekdarî de hat kuştin.
Endamê Meclîsa Neteweyî ya welat Vîllavîcencîo, roja Çarşemê piştê bernameyeke li Quîto ya paytexta Ekvadorê, di siwareya xwe de rastê êrîşa çekdarî hat.
Serokê Ekvadorê Guîllermo Lasso nûçeya mirina Vîllavîcencîo piştrast kir. Hilbijartina serokkomarîyê wê di 20ê Tebaxê de bê kirin.
Serokê berê yê sendîkayê û rojnamevan Vîllavîcencîo, hefteya borî gotibû ku ew û ekîba wî ji hêla serokê çeteyek ku bi bazirganîya narkotîkê ve girêdayî ye hatine tehdît kirin.