Baroya Amedê di van demên dawî de bû hedefa komên nîjadperest.
Bi taybetî piştê ku komkujiya li dijî sivîlên bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê û hewldanên wan ên li dijî Abdullah Ocalan şermezar kirin, gef û hedefgirtina baroyê zêde bûn. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren diyar kir ku Baroya Amedê li dijî neheqiyan xwedî helwesteke dîrokî ye, hewldanên di vê wateyê de hikûmetê bêzar dike, ji ber vê yekê gef û hedef hene. Armanca wan ji polîtîkayên ewlehiyê yên di pirsgirêka Kurd de cuda nayê dîtin. Eren, têkildarê qedexeya hevdîtinê ya bi Abdullah Ocalan re jî got, 775 serlêdanên parêzeran ên li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê nehatine bersivandin.