Derbarê germahîya hewayê de ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarî berdewam in.
Derbarê germahîya hewayê de ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarî berdewam in.
Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê (MGM) ji ber 'pêla germê ya xurt' a hefteya pêş de, hişyar da hemwelatîyan û dîyar kir ku di navbera 13-20'ê Tebaxê de li gelek bajarên Tirkîyeyê bi taybetî li Herêma Başûrê Rojhilat germahîyek zêde tê texmîn kirin.
Meteorolojîyê destnîşan kir ku divê hemwelatîyên nexweşîyên wan ên kronîk hene, kal û pîr û zarok, di navbera demnjimêrên herî germ ên rojê de li dijî germê miqatebin û li ber tava rojê negerin. Li gor daneyên meteorolojîyê tê texmînkirin ku îro germahîya hewayê li Amedê bigihêje 44 pileyê.