Navenda Texmîn û Hişyarî ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê rapora xwe ya texmînên rojane parve kir.
Navenda Texmîn û Hişyarî ya Herêma 15emîn a Meteorolojîyê rapora xwe ya texmînên rojane parve kir.
Li gorî nirxandinên dawî yên Meteorolojîyê; “Li herêmê hewa wê ewrayî be; Tê payîn ku ji xeynî herêmên başûr û rojavayê bajarê Riha û Mêrdînê, piştê nîvro bi girîna ewran û vedana birûskan re wê baraneke sivik bibar e. Her çend di germahîya hewayê de guherîneke berbiçav neyê payîn jî, tê texmînkirin ku germahîya hewayê wê li derdora normalên demsalî be.