Ji alîyê Meteorolojîyê ve ji bo 9 bajaran hişyarîya koda zer hat dayîn.
Li gor nirxandinên herî dawî yên Midûrîyeta Giştî ya Meteorolojîyê; Tê texmînkirin ku li rojhilatê Behra Spî û Çîyayên Torosê, Rojhilatê Behra Reş, Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê, Sêwas û Orduyê bi taybetî li herêmê baraneke zêde bibare.
Tê pêşbînîkirin ku baran li deverên derdora Rojhilatê Behra Reş û Qers, Erdexan û Erziromê bihêz be.
Tê texmînkirin ku li herêmên rojhilat wê gelekî kêm bibe, li hindir û rojava jî 2 pile heta 4 pile zêde bibe û li cihên din jî guherîneke berçav çênabe.