Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, bi sedem şil û baranê ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarî da.
Midûrîyeta Herêma 15emîn a Meteorolojîyê ya Amedê, bi sedem şil û baranê ji bo Amed û bajarên herêmê hişyarî da.
Di daxuyanîyê de ji bo lehîyê, birûskê û astengîya çûnûhatinê hemwelatî hat hişyarkirin û hat gotin ku, "Ji îşev heta êvara Çarşemê li başûrê Amedê, Çinar, Bismil, Farqînê, li başûr û rojhilatê Rihayê, Pirsûs, Kanîya Xezalan, Harran, Wêranşar, Eyyûbîye û li derdora Mêrdîn, Êlih û Sêrtê bahozeke xurt tê pêşbînîkirin. Li hember neyînîyên wek lehî, vedana birûskan, ji nişka ve bayê bihêz û bahoza demkurt û astengîyên çûnûhatinê hişyar û baldar bin.”