Alîkarê Serokê Konseya Ewlekarîyê ya Rûsyayê Medvedev, Civîna Bilind a NATOyê ya ku li Vilniusa paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin nirxand.
Alîkarê Serokê Konseya Ewlekarîyê ya Rûsyayê Medvedev, Civîna Bilind a NATOyê ya ku li Vilniusa paytexta Lîtvanyayê hat lidarxistin nirxand.
Medvedev, biryara ku di civînê de hatîye dayîn ku wê alîkarîya çekan a ji bo Ukraynayê bê zêdekirin rexne kir û got, "Ev xirecir e. Şerê Cîhanê yê Sêyem nêzîk dibe.”
Medvedev destnîşan kir ku îhtîmala Ukrayna di nava NATOyê de were qebûlkirin tuneye û wiha got, “Tişta ku realîstên di nava Îtîlafê de ditirsin bi dengekî bilind bêjin ev e. Her wiha wê piştgirîya çekan ji rejîma Kîev re bi her awayî bê zêdekirin, di nav de mûşek, bombeyên goşeyî û heta bi balafiran."
Medvedev destnîşan kir ku welatên xerbê har û dîn bûnin û wiha got, “Şerê Cîhanê yê 3. nêzîk dibe.”