Çapxaneya Meclisê ku kartvîzîtên tirkî bê pere çap dike, daxwaza çapkirina kartvîzîtên kurdî qebûl nekir û ji bo çapkirinê pere xwest.
Parlamentera Partîya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, di 12’ê tîrmehê de bi rêbaza sîparîşa elektronîk ji bo hezar kartvîzîtên ku ji bilî avahîya Meclisê û amblema wê, nav û paşnavên parlamenter li ser in, serî li Çapxaneya Meclisê da.
Li gor nûçeya Ajansa Mezopotamyayê, dema ku daxwaza Kordû ya ji bo kartvîzîtê ya Tirkî bersiveke erênî hat dayîn, daxwaza wê ya ji bo kartvîzîtê ya Kurdî nehat qebûlkirin. Çapxaneyê îdia kir ku kurdî "zimanê bîyanî ye" û ji bo çapkirina 300 kartvîzîtên kurdî 255 lîre xwestîye.
Li ser vê yekê wekîl Kordû di 4'ê Tebaxê de pirsanameya parlementerîyê pêşkêşê Serokatîya Meclîsê kir. Meclîsê di berteka xwe ya li ser pêşnîyara Kordû de dîyar kir ku ev rewş di çarçoveya qanûnê de ye û eger ew pereyê ku tê xwestin bê dayîn wê ev daxwaz pêk were.
RSS
Twitter
Facebook
Youtube
Google+
Instagram
KİME ÇALIŞAN GAZETECİLER?
Soyan kim?
Güç zehirlenmesi
Diyarbakır’da kavşak karmaşası
Bu kışın ayazı çok olacak
DEDAŞ halktan ne istiyor? Bunun adı zulüm…
Reyting uğruna kimse bunu yapmamalı…
Söylemeden olmaz, Afganistan’da ki gerçek
Bu nasıl bir kurumsallık
Umut ahlaki bir sorumluluk
Bu vahşet değil de nedir?
Aşı tercih değil, toplumsal sorumluluk