Li Çemê Dîcleyê ji ber sedemeke nedîyar bi hezaran masî telef bûn.
Li Çemê Dîcleyê ji ber sedemeke nedîyar bi hezaran masî telef bûn. Bi hezaran masîyên li herêma çemê Dîcleyê ku ji Taxa Sarilar ya navçeya Sûrê derbas dibe, telef bûn û rûyê avê girtin. Welatîyan masîyên ku derketin ser rûyê erdê dîtin, nerehet bûn. Şênîyên Taxa Sarilarê dîyarkirin ku 2 sal berê jî rewşeke bi vî rengî hebû û ji rayedaran xwestin ku lêkolîneke berfireh bikin.