Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku, bajarê Mariupol ê Ukraynayê ketiye bin kontrola Komara Gel a Lugansk û Donetsk.
Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku, bajarê Mariupol ê Ukraynayê ketiye bin kontrola Komara Gel a Lugansk û Donetsk. Li Ukraynayê ku ev 57 roj in ji alîyê Rûsyayê ve hatiye dagirkirin, bajarê Mariupolê ku yek ji cihên ku bi hefteyan bênavber tê bombekirin, ket bin kontrola Rûsyayê. Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ragihand ku, Mariupola ku bi rojan e hewl didin bigrin, bi temamî di destê hêzên Rûsyayê de ye. Hat ragihandin ku li bajarê ku nêzî 2 meh in tê bombebarankirin, bi sedan sivîl hê li benda rizgarkirinê ne. Li alîyê din hat dîyarkirin ku sivîlên ku nikarin ji bajêr derbikevin, pirsgirêka ewlekariya jiyanê û pirsgirêkên rûniştinê û xwarinê jî dijîn.