Ezmûna Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) ku bi mîlyonan namzedên zanîngehê wê bikevin, dest pê kir.
Ezmûna Sazîyên Xwendina Bilind (YKS) ku bi mîlyonan namzedên zanîngehê wê bikevin, dest pê kir. Di ezmûnê de îsal cara ewil pergala sînorê nayê sepandin. Nêzîkê 5,5 mîlyon pirtûkên ezmûnê û kaxezên bersivê ji bo ezmûnê hatin çap kirin. Hat dîyarkirin ku 3 mîlyon û 243 hezar û 425 namzed wê bikevin YKS’ê. Bi mîlyonan ciwan wê di YKS'ê de ji bo ku derbasê derîyên zanîngehê bibin, têbikoşin. Ezmûn, li 208 navendên ku di nav wan de Lefkoşa jî heye tê kirin.