Li Amedê mamosteyek pêşdibistanê bi îdîaya ji xwendekarên zarokên biçuk re destdirêjî û tundî kirîyê hate girtin.
Mamosteya pêşdibistanê ku li Amedê dixebitî, bi îdîaya ku qelem xistîye cîhên genîtal ên xwendekaran, hate girtin.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin bûyer hefteya borî li kreşeke li Navçeya Yenîşehîra Amedê pêk hat. 5 dêûbavên ku zarokên wan li pêşdibistanê ne, li dijî mamosteya pêşdibistanê G.G. bi îdîaya ku di dema "perwerdeya nepenîtîyê" de qelem li cîhên taybet ên zarokên wan xistîye, gilî kirin.
Piştê ku rêveberîya dibistanê rewş ji polêsan re ragihand, G.G. hate binçavkirin. Mamosteya jin a ku piştê jêpirsîna wê ya li emnîyetê sewqê dozgerîyê hat kirin û bi îdiaya "îstismar" û "tundî li zarokan kirîye" hate girtin.
Rayedarên Midûrîyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajarê Amedê jî bûyerê piştrast kirin.