Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî û parêzerên doza Tahîr Elçî li Stenbolê konferanseke rojnamevanî lidar xistin û di derbarê pêvajoya darazê de agahiyên berfireh bi raya giştî re parvekirin.
Malbat û parêzerên Tahîr Elçî bilêv dikin ku dadgeh hewl dide ku doza Elçî bê encam bimîne. Serokê Baroya Amedê Nahît Eren, hevjîna Tahîr Elçî Turkan Elçî û parêzerên doza Tahîr Elçî li Stenbolê konferanseke rojnamevanî lidar xistin û di derbarê pêvajoya darazê de agahiyên berfireh bi raya giştî re parvekirin. Li gor parêzeran, tevî ku hemû delîl li holê ne, destekî tarî nahêle ku ew doz pêş ve biçe.
Serokê Baroya Amedê Nahit Eren ragihand ku “Dema ku lêkolîn dest pê kir, ne dozgerî erka xwe bi cîh anî, ne jî dadgeh darizandinê dike. Biryarên ku dadgeh heta niha daye, nîyeta wan a zelalkirinê mixabin xuya nake. Kujerên Tahîr Elçî kî bûn, kî li dû wî bûn? Em her dem tînin ziman û dipirsin. Em dibêjin hinek destên tarî li pişt suîqesta Tahîr Elçî hene.”