Malbata Biçak a li Farqînê ku mexdûrê erdhêjê ne, mûçeya wan a lêner û astengdaran hate birrîn. Malbata ku tu dahateke wan a din tunebû serî li sazîyên rayedar da û alîkarî xwest.
Malbata Biçak a li Farqînê ku mexdûrê erdhêjê ne, mûçeya wan a lêner û astengdaran hate birrîn. Malbata ku tu dahateke wan a din tunebû serî li sazîyên rayedar da û alîkarî xwest.
Li gorê nûçeya DîyarbakirYenîgûn, Ekrem Biçak ê 57 salî ku pîyê wî nagire û li Xanîyên Arî Kume yên li gundê Herşen ya navçeya Farqînê ya Amedê dijî, dîyar kir ku ji ber ku mûçeya wan a astengdarîyê û lênêrînê hate birrîn nikarin debara xwe bikin.
Biçak gazin û daxwazên xwe wiha anî ziman: “Ez li Gundê Herşen dijîm. 3 sal berê min felc derbas kir. Rêjeya rapora min kêm kirin. Rêjeya rapora min 95 bû, niha ew daxistin 84an. Mûçeya min ên astengdarîyê û lênêrînê birrîn. Ez ji vir bang li Wezîrê Tenduristîyê, Walîtîya Amedê, Qeymeqamê Farqînê, Fermandarê Jendermeyan a Farqînê û Midûrê Emnîyeta Navçeyê dikim, da ku bibînin ez di çi rewşê de me."