Malbatên Windakirîyan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 747’emîn a çalakîya xwe ya “Bila windakirî bên dîtin, faîl bên darizandin” de aqûbeta Salîh Çalik û Sînan Fîdan ên di sala 1994’an de li gundê Şahlat ê navçeya Karaz a Amedê di bin çavan de hatin windakirin hate pirsîn.

Sekreterê Şaxa ÎHD’a Amedê Yakûp Guven, di çalakîyê de axivî û wiha got: “Em diqîrin ku divê aqûbeta windayên me û aqûbeta mirovên me yên bûne qurbanê kuştinên kiryarên nedîyar bên aşkerakirin û hesab ji kiryaran bê pirsîn û di nava rojeva hilbijartinê de winda nebin.
Ev yek ji rojeva hilbijartinê girîngtir e.” Rêvebera Şaxa ÎHD’a Amedê Derya Guven, çîroka Çalik û Fîdan ên di bin çavan de hatine windakirin xwend û dîyar kir ku piştê ku bi operasyonekê hatine bin çav kirin, ji wê demê û pê ve careke din tu agahî ji wan nehatîye wergirtin.” Daxuyanî bi çalakîya rûniştinê bi dawî bû.