Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di bernameya ku beşdar bû de derbarê Hilbijartina Serokomariyê ya 13. û Parlamenteriyê ya Serdema 28. de nirxandin kirin.
Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar di bernameya ku beşdar bû de derbarê Hilbijartina Serokomariyê ya 13. û Parlamenteriyê ya Serdema 28. de nirxandin kirin.
Sancar diyar kir ku HDP'a ku wê weke Partiya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê, rêjeya dengan ji sedî 15 diyar kiriye. Sancar ji ber ku Serokê Partiya Zaferê Umît Ozdag, HDP'yî û hilbijêrên HDP'ê yên li qadan dixebitin weke 'Qatil' bi nav kir, wiha bersiv da, “Têgihiştineke ku bi giranî heqaret û sûcdar dike, tenê bi yek gotinê dikare were îfadekirin; Zîhniyeta tund a faşîst a nijadperest. Em van heqaretan li ber çavan nagirin û israra xwe ya di siyaseta demokratîk de didomînin. Zimanê wan ji zimanê hikûmetê jehrtir e." Sancar derbarê vîdeoya bi navê “Kurd” a ku beriya demekê Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Milet û Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu weşandibû wiha got: “Em vê berhema Kiliçdaroglu pir erênî dinirxînin. Em vê yekê weke daxuyaniya îradeya pêşerojê ya ji bo jiyaneke demokratîk û aştiyane qebûl dikin. Ew gaveke rast e. Em vê tewra vekirî ya Kiliçdaroglû nîşan dide, grîng dibînin. Bi her awayî hewl dane, lê nikarin civakê bi sûcdariya 'terorîst' razî bikin."