Li Amedê mînîbusa ku li siwareyekê qelibî pekîya kêleka rê û di qezayê de gelek kes birîndar bûn.
Qeza li 12emîn kîlometreya rêya Amed-Rihayê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, mînîbusa ku MK diajot li siwareya ku M.U. diajot qelibî.
Bi derba qezayê mînîbus pekîya û kewirên li kêleka rê xist. Di qezayê de 7 kes birîndar bûn.
Birîndaran piştê midaxaleya ewil a ekîbên tenduristîyê rakirin nexweşxaneyên bajêr. Derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.