Li navçeya Kayapinara Amedê ji ber ku mînîbusek ji kontrolê derket û ket dikanek 5 kes birîndar bûn.
Di qezaya ku li Xaçerêya Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl a li ser Rêya Amed-Elezîzê pêk hat, mînîbusa ku Mehmet K. diajot ji kontrolê derket û ket nav dikanê. Di qezayê de 5 xwendekarên li ber û hundirê dikanê birîndar bûn.
Birîndaran ji alîyê ekîbên tenduristîyê ve rakirin nexweşxaneyê.