MÛÇEYA KÊMTIRÎN 5 HEZAR Û 500 TL HAT DÎYAR KIRIN
Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn, xebatên xwe yên ji bo dîyarkirina rêjeya zêdekirina mûçeya kêmtirîn a demkî bi dawî kir.
Komîsyona Tesbîtkirina Mûçeya Kêmtirîn, xebatên xwe yên ji bo dîyarkirina rêjeya zêdekirina mûçeya kêmtirîn a demkî bi dawî kir. Ji alîyê Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ve mûçeya kêmtirîn a nû, ji raya giştî re hat ragihandin. Erdogan wiha got; “Em ji meha Tîrmehê pê ve ji sedî 30 zêdebûnek demkî dikin. Li gor vê yekê mûçeya kêmtirîn a nû wê bibe 5 hezar û 500 lîre. Dewleta me wê her karkerek bi 100 lîreyê piştgirîyê bide xwedîyê kar."