Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku mûçeya teqawidîya herî kêm wê bibe 7 hezar û 500 lîre.
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku mûçeya teqawidîya herî kêm wê bibe 7 hezar û 500 lîre. Serokomar Erdogan pirsên rojnamevanan bersivand û wiha got: “Ez ê niha mizgînîyekê bidim we. Wê mûçeya herî kêm 7 hezar û 500 be. Em teqawidîya ku 5 hezar û 500 lîre ye 2 hezar TL zêde dikin."
302 KESÊN DI ERDHÊJÊ DE BERPIRSYARÎYA WAN HEYE HATIN BIN ÇAV KIRIN
Erdogan derbarê avahîyên ku di erdhejê da hilweşîyane jî daxuyand ku ji hezar û 364 kesan 302 kes hatin binçavkirin. Erdogan her wiha ragihand ku li herêma erdhejê pêvajoya înşakirina 46 hezar û 327 malên felaketê û malên gundan dest pê kirîye.