Li Îzlandayê teqîneke volkanîk pêk hat. Li Nîvgirava Reykjans welatî hatin tehlîyekirin.
Li gorê daxuyanîya Midûrîyeta Meteorolojîyê ya Îzlandayê (IMO) li Nîvgirava Reykjanesê li nêzê bajarê Grindavikê volqan teqîya.
Di daxuyanîyê de hat dîyarkirin ku piştê erdhêjên ku li bajêr qewimîn volkan teqîya û şênîyên bajêr hatin tehlîyekirin.
Hjordis Gudmundsdottir ku yek ji rayedarên Parastina Sivîl û Rêvebirîya Lezgîn a Îzlandayê ye dîyar kir ku dîwarên bajarok ku ji bo parastina ji lavê hatine çêkirin xurt e, lê lav dikare zirarê bide binesazîyê.