Li Zanîngeha Dîcleyê, derbarê erdhêjên çêbûn de komxebatek hat lidarxistin.
Li Zanîngeha Dîcleyê, derbarê erdhêjên çêbûn de komxebatek hat lidarxistin.
Bi hevkariya Fakulteya Endezyariyê û gelek saziyan, bi mijara sereke ya erdheja ku di 6ê Sibatê de li 11 bajaran çêbû, bi mazûvaniya Zanîngeha Dîcleyê, bi temaya "Xeletîyên di pratîkê de çêbûn û divê çi bê kirin?" komxebatek hat li darxistin. Di komxebata ku bi du rûniştinan pêk hat de mijarên "Çavdêriyên li qadê û Erdhêja Mereşê", "Xeletîyên di pratîkê de çêbûn û divê çi bê kirin?" Hatin nîqaşkirin. Zanyaran di komxebatê de nexşeya erdhejê ya Amedê û ya giştîyê welat parve kirin û derbarê erdhêjên muhtemel de agahî dan. Her wiha li ser xurt û saxlemkirina avahiyan de jî agahî parvekirin.