Alîkarê Dekanê Zanîngeha Dîcleyê ji aliyê xwendekareke xwe yê berê ve rastê êrîşa bi kêrê hat.
Bûyer demjimêr di 11.00’an de li Fakulteya Zanistên Aborî û Îdarî ya Zanîngeha Dîcleyê pêk hat.
Alîkarê Dekan Doç. Dr. Yûnûs Yilmaz li odeya xwe ji alîyê xwendekara xwe ya berê ya jin B.Y. ve, rastê êrîşa bi kêrê hat. Yilmazê ku ji serê xwe birîndar bû li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya zanîngehê hat dermankirin.
B.Y ya ku hat binçavkirin di îfadeya xwe de dibêje ez xwendekara wî ya berê me. Ji ber ku ji min re digot “gêjikê” hevalên min tev tinazên xwe bi min dike û derûnîya min xirab bûye û dibêje ji ber vê rewşê min ev bûyer pêk anîye. B.Y a ku li Ewlehîyê hêj karên îfadeya wê didomand, tedawîya Doç. Dr. Yûnûs Yilmaz ya li nexweşxaneyê bi dawî bû.