Hat dîyarkirin ku ji bo Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê amûra MR ya herî pêşketî hatîye kirîn.
Hat dîyarkirin ku ji bo Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê amûra MR ya herî pêşketî hatîye kirîn.
Bijîşkê serekî Prof. Dr. Eylem Akdag derbarê mijarê de got, "Nexweş wê êdî li benda randevûyên dirêj nemînin." Akdag got, “Weke li gelek nexweşxaneyan, ji bo MRê ya tomografyaya ku car caran di çapemeniyê de, di rêbazên teşhîskirinê de û di pêvajoya nexweşiyan de tên dîtin, randevûyên demdirêj hene. 2 amûrên MRên me hebûn. Îro, me MR a xweya 3yemîn kirî û anî nexweşxaneya xwe. Teşhîs û dermankirina bilez di tenduristiyê de girîng e. Me amûr anîn nexweşxaneya xwe da ku em van randevûyên demdirêj kêm bikin û xizmetek bilez û bi kalîtetir ji gelê xwe re peyda bikin.”