Şaredariya Yenîşehîra Amedê, bi zêdebûna germahiya hewayê re kontrolkirina amûrên xurekan zêde kir.
Li Amedê germahiya hewayê ji asta normalbûna demsalî derbas bû, tîmên Zabitayên Şaredariya Yenîşehîrê li hemû beşên pastexane, firin û marketên ku li navçeyê xizmetê didin û dixebitin, kontrola xurek û paqijiyê kirin. Di kontrolên ku di çarçoveya şert û mercên ewlekariya xurek, kalîte û paqijiyê de, li bazarên ku di nav sînorên navçeyê de ne hat kirin û li 13 kargehan ceza hat birîn.