Li navçeya Westanê ya Wanê mînîbusekî ku penaberan tê de bûn, li siwareyekî qelibî û gelek kes birîndar bûn.
Li navçeya Westanê ya Wanê mînîbusekî ku penaberan tê de bûn, li siwareyekî qelibî û gelek kes birîndar bûn.
Li gor îdîayan polês li mînîbusa ku penaberan tê de bû ferq kir û mînîbus leza xwe zêde kir û li siwareyekî din qelibî. Li ser îxbarê ekîbên tendirustîyê û polês hatin cîhê bûyerê. Hat dîyarkirin ku yek ji wan jin 2 kesan jîyana xwe ji dest dan û hejmarên birîndaran jî dîyar nebû. Her wiha hat destnîşankirin ku penaberên ku ji qezayê xelas bûne ji cîhê bûyerê revîyane û polês li wan digere.