Li Wanê di saetên sibê de 7 erdhêjên cuda pêk hatin.
Li Wanê di saetên sibê de 7 erdhêjên cuda pêk hatin. Li gor agahîyên li ser malpera Rasatxaneya Kandîllî û Enstîtûya Lêkolînên Erdhêjê (KRDAE) îro saet di 09:02’an de li navçeya Mûradîye ya Wanê erdhêjek bi pileya 4.5 pêk hat. Hat tesbitkirin ku erdhêj 7,0 kilometre di bin erde de qewimîye. Li gor daneyên Rasatxaneya Kandîllîyê, hat dîyarkirin ku îro di navbera saet 09:02-09:55an de li Wanê li 7 nuqteyên cuda, bi giştî 7 erdhêj pêk hat.