5 kesên hat tesbîtkirin ku li Amedê di vîlayên luks de dizî kirine hatin binçavkirin.
5 kesên hat tesbîtkirin ku li Amedê di vîlayên luks de dizî kirine hatin binçavkirin.
Li gor nûçeya DHAyê ekîbên Midûrîyeta Ewlekarîya Bajêr ya Şaxa Ewlehîya Giştî li ser dizîyên li vîlayên luks, lêkolîn dan destpêkirin. Di lêkolînê de derket holê ku kesên gumanbar ji bo balê nekşînin siwareyên luks kirê kirine û şeva xwe li vîlayên ku xwedîyên wan ne li malê bûne derbas kirine. Her wiha xwarin û vexwarina ku ji marketan kirîne jî di hundurê vîlayên lê mane de xwarine. Di operasyonê de Gumanbar D.F., S.F., A.T., D.K. û S.T. hatin binçavkirin. Tiştên ku ji dizîbûn jî li xwedîyên wan vegerandin.