Li Tirkîyeyê ji ber êrîşên Gazeyê piştê ku 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin, al daxistin nîvê.
Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan di peyama xwe ya ku parvekir de wiha got: "Em wek Tirkîye êşa mezin a birayên xwe yên Filistînî di dilê xwe de hîs dikin.
Ji bo rêzgirtina bi hezaran şehîdên ku piranîya wan zarok û sivîlên bêguneh in, li welatê me 3 roj şîna neteweyî hat îlankirin.
" Piştê ragihandina şîna neteweyî, alayên li hemû avahîyên giştî û sefaretxaneyên welatên biyanî yên li seranserê welat daxistin nîvî.