Li Tirkîyeyê hejmara qertên kredî, banka û qertên pere barkirî her ku diçe zêde dibe.
Li Tirkîyeyê hejmara qertên kredî, banka û qertên pere barkirî her ku diçe zêde dibe.
Li gor daneyên Navenda Qertên Bankayan (BKM) di meha Berfanbarê de hejmara qertên kredî 117,7 milyon, qertên banka 189,5 milyon û qertên pere barkirî jî 90,0 milyon bû.
Li gor heman heyama par di qertên kredîyê de ji sedî 18, qertên banka ji sedî 12 û di qertên pere barkirî de jî ji sedî 26 zêde bûn. Hejmara qertên giştî li gor par ji sedî 17 zêde bû û derket 397,2 milyonê.