LI TIRKÎYEYÊ DI SALA 2021’AN DE 110 HEZAR Û 606 ZAROK SÛC KIRINE
Îstatîstîkên Tiba Edlî ya ku ji alîyê Wezareta Edaletê ve hat weşandin, eşkere kir ku zêdeyî sed hezar zarokan sûc kirine.
Îstatîstîkên Tiba Edlî ya ku ji alîyê Wezareta Edaletê ve hat weşandin, eşkere kir ku zêdeyî sed hezar zarokan sûc kirine. Di sala 2021ê de bi giştî ji 110 hezar û 606 zarokan re dosye hatin vekirin û bi tevahî dosyayên ku ji salên berê hatine sewqkirin jî di nav de hejmar derket 228 hezar û 895an. Li gor daneyan, li Tirkîyeyê ji her 100 hezar zarokan hezar û 442 zarok sûc kirine. Di darizandinên sala 2021an de ji bo zarokan 32 hezar û 131 cezayê girtîgehê hat dayîn. Ji bo 9 hezar û 30 zarokan cezayê girtîgehê hat taloqkirin, 28 hezar û 574 cezayên edlî û îdarî jî hatin cezakirin.