Şaredarîya Bajarê Amedê, li ser daxwaza welatîyan di navbera "Otogara navçeyên Rojava û taxa Elîacik a Bismilê" de sefera otobusan da destpêkirin.
Şaredarîya Bajarê Amedê, li ser daxwaza welatîyan di navbera "Otogara navçeyên Rojava û taxa Elîacik a Bismilê" de sefera otobusan da destpêkirin.
Ji bo welatîyên li taxên gundewarî dijîn karibin pêdivîyên xwe yên nexweşxane, perwerde, bazirganî û veguheztina navenda bajêr bi awayekê ewle û hêsanî pêk bînin, Midûrîyeta Gihandinê guzergaheke nû lê zêde kir. Ji 8ê Gulanê roja Duşemê û pê ve wê di navbera "Otogara navçeyên Rojava û taxa Elîacik a Bismilê" de rojê 2 caran bi yek otobusê xizmeta seferberîya gel bê kirin.