Li Navçeya Siwêregê ya Rihayê siwareyek ji pirê ket, ajokar birîndar bû.
Li Navçeya Siwêregê ya Rihayê siwareyek ji pirê ket, ajokar birîndar bû. Qeza, li 25’emîn kîlometreya Rêya Siwereg-Çêrmûgê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine wergirtin; Siwareya ku di bin kontrola M.B’yê de bû, ji ber ku ajokar kontrola dîreksiyonê ji dest da, li nêzê Taxa Eskîhan ji pirê ket û binav bû. Di qezayê de ajokarê siwareyê birîndar bû. Piştê mudaxeleya ewil a ekîbên tenduristîyê, birîndar rakirin nexweşxaneyê. Hat hînbûn ku rewşa kesê birîndar baş e. Di derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.