Li navçeya Çinarê ya Amedê di qezaya trafîkê de kesek birîndar bû.
Li gor agahiyên ku hatine wergirtin qeza li Xanika Jêr li ser rêya Çinar-Mêrdînê pêk hat.
Ajokarê wesayîtê ji ber ku kontrola dîreksiyon ji dest da ji paş ve li kamyonekê qelibî. Ajokarê birîndar rakirin nexweşxaneyê û derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.