LI SER RÊYA AMED-BISMILÊ QEZE!
Li Amedê, ajokarê kamyona ya bi qûm barkirî ji qezayê bê birîndarî xilas bû. Qeza, li ser rêya Amed-Bismilê pêk hat.
Li Amedê, ajokarê kamyona ya bi qûm barkirî ji qezayê bê birîndarî xilas bû. Qeza, li ser rêya Amed-Bismilê pêk hat. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, ji ber ku ajokarê kamyonê kontrola dîreksiyonê winda kir ket şerampolê. Ajokarên din ên ku qeza dîtin, ji ekîbên polîsan re agahî dan. Ekîban tesbît kirin ku ajokarê kamyonê yê ku ji qezayê xilas bû, bi derfetên xwe ji kamyonê daketiye. Polîsan di derbarê qezayê de lêpirsîn da destpêkirin.