Bi nûvekirina herî dawî re, zimanê Kurdî jî li Sepana Piştgirîya Jinan (KADES) hate zêdekirin.
Bi nûvekirina herî dawî re, zimanê Kurdî jî li Sepana Piştgirîya Jinan (KADES) hate zêdekirin.
Li Navenda Şopandina Destbend ya Elektronîkî ya girêdayî Wezareta Karên Navxweyî, civîneke agahdarkirinê hat lidarxistin. Rêveberîya Asayîşa Giştî ya Têkoşîna li Dijî Tundîya Malbatî û Tundîya Li Ser Jinê Dr. Sîbel Ozdemîr, di civînê de axivî. Ozdemir wiha got; “Ji bo sepana KADES’ê bigihêje zêdetir kesan, bi zimanên cuda hate wergerandin. Pêşî bi Tirkî, Îngilîzî, Fransî, Rûsî, Erebî û Farisî hatiye bikaranîn. Di encama xebatên ku hatine kirin de; zimanên Kurdî, Almanî, Îspanyolî, Ozbekî û Kirgizî li sepanê hatin zêdekirin û niha bi giştî 11 ziman di sepana KADES’ê de cîh digirin.”