Li Sîwêregê ciwanek dema xest ku ji rê derbas bibe mînîbusek lê qelibî û jîyana xwe ji dest da.
Li Sîwêregê ciwanek dema xest ku ji rê derbas bibe mînîbusek lê qelibî û jîyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin di qezaya ku li xaçerêya Nexweşxaneya Dewletê ya Sîwêregê pêk hat de Mistafa Yildirim ê 22 salî ku dixwest ji rê derbas bibe, minîbusek lê qelibî. Ekîbên tenduristîyê yên ku sevqê cîhê bûyerê hatin kirin, dîyar kirin ku Yildirim jîyana xwe ji dest daye. Ajokarê mînîbusê ji alîyê ekîbên cendirmeyan ve hat binçavkirin û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin. Hat hînbûn ku Mistafa Yildirim li Midûrîyeta Park û Baxçeyên a Şaredarîya Sîwêregê wek karker dixebitî.