Di teqîna ku li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê di beşa firnê ya kargeha hilberîna alûmînyûmê de pêk hat, ji 4 birîndaran kesekî jîyana xwe ji dest da.
Di teqîna ku li Herêma Pîşesazîya Organîze ya Amedê di beşa firnê ya kargeha hilberîna alûmînyûmê de pêk hat, ji 4 birîndaran kesekî jîyana xwe ji dest da. Li gor agahîyan li Taxa Yaytaş a navçeya Yenîşehîrê di firna termalê ya kargehekê da di heyama tehlîla gazê de teqînek pêk hat. Firneya termîk a bi gaza siruştî dixebit e, ji nişka ve di encama pêldana gaza xwezayî teqîya. 4 karkerên ku li nêzî cihê teqînê bûn birîndar bûn. Ekîbên tenduristîyê, AFAD, îtfaiye, û hêzên ewlehîyê sewqî cihê bûyerê bûn. Birîndar piştê mudaxeleya ewil a li cihê bûyerê, rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazî Yaşargîl. Hat hînbûn ku ji 4 kesên birîndar, karkerê biyanî Elyas Alalî yê ku rewşa wî giran bû jîyana xwe ji dest da. Lêkolînên derbarê bûyerê de berdewam dikin.