Li Sêrtê endamên Meclîsa DEM Partîyê û Hevserokên DBP'ê yên Bajêr jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Di çarçoveya lêpirsîna ku ji alîyê Serdozgerîya Komarê ya Sêrtê, Hevserokên Giştî yên Partîya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Sêrtê Ferhat Başkurt, Muazzez Bulga, Endamên PM’ê yên Partîya Gelan Wekhevî û Demokrasîyê (DEM Partî) Maşallah Erbey û Ahmet Îstek, Hevseroka Navçeya Navend Rahîme Kaysî, rêveberên partîyê Takyedîn Alver, Kîymet Mût û namzeta Hevserokatiya Şaredarîya Sêrtê ya DEM Partîyê Elîf Akan di serdegirtina malan de hatin binçavkirin.
Hate hînbûn ku kesên hatin binçavkirin birin Midûrîyeta Polêsan a Sêrtê.