Li navçeya Misricê ya Sêrtê ATMyên bankayan hatin şewitandin.
Li gor agahîyên hatine bidestxistin, ATMyên 5 bankeyên cuda yên li navenda Misricê ji alîyê kesekî nasnameya wî nedîyar ve hatin şewitandin. Şewat ji alîyê agirtefê ve hat vemirandin. Di encama şewatê de zîyana madî di ATMyan de pêk hat. Hat destnîşankirin ku polîsan ji bo girtina gumanbaran xebat dan destpêkirin.