Li nava Sûrên dîrokî yên Amedê, lampeyên kolanan ên şikestî yên ku salek zêdetir e nehatine tamîr kirin, di sûrên dîrokî yên Amedê de hem welatî hem jî esnafan aciz dike.
Li nava Sûrên dîrokî yên Amedê, lampeyên kolanan ên şikestî yên ku salek zêdetir e nehatine tamîr kirin, di sûrên dîrokî yên Amedê de hem welatî hem jî esnafan aciz dike.
Esnafan dîyar kirin ku li ber dîwarê Sûrê, bi şev bûye cihê tiryakkêşan û gotin: “Ev rewş bi taybetî ji bo jinan zehmet e. Ew jî dibe sedema ku kes nikare bi malbata xwe re li ber sûrê rûnên.
Zêdetirê salek e lampe naxebitin. Me gelek caran bang li rayedaran kir û ragihand ku lambe şikestine, lê me bersiva banga xwe negirt.
Em daxwazê ji rayedaran dikin ku tavilê lambeyan tamîr bikin û ji vê pirsgirêkê rê çareserîyê bibîn e.”