Li gor daxuyaniya Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê wê barkirina tozê çêbe.
Ji ber ku li başûr Rojhilatê Anadoluyê û li rojhilatê Başûrê Rojhilatê Anadoluyê tê payîn ku tozê bê barkirin, li hemberî neyînîyên wek kêmbûna dîtinê, kêmbûna kalîteya hewayê û astengiyên di sewqê da, divê bi dîqet û baldar bin.
Pispor şîret dikin ku li hember veguheztina tozê, bi taybetî yên bi nexweşiyên nefes û dil, kal û pîr û zarok zêdetir baldar bin.