Li navçeya Sêwrega Rihayê Zarokê 12 di ava bendavê de xeniqî û jîyana xwe ji dest da.
Li navçeya Sêwrega Rihayê Zarokê 12 di ava bendavê de xeniqî û jîyana xwe ji dest da.
Li gor agahîyên ku hatine wergirtin zarokê 12 salî yê bi navê M.Y. ji birayên xwe bi dizî, ji bo xwe hênik bike kete avê.
Piştê demekê birayên M.Y ên ku pê hesîyan, rewşê ji cenderme û ekîbên tenduristîyê re ragihandin.
Piştê lêgerîna bi qasê 3 demjimêran, cenazeyê M.Y hat derxistin û ji bo otopsîyê rakirin nexweşxaneyê. Derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.