Li Riha’yê polîsên ku hişyarî dan ji ber koma ku di dawetê de gulebaran kirin, rastî êrîşa bi kevir û daran hatin.
Li Riha’yê polîsên ku hişyarî dan ji ber koma ku di dawetê de gulebaran kirin, rastî êrîşa bi kevir û daran hatin. Li gor agahîyên ku hatine bidestxistin, bûyer li Navçeya Halîlîye ya Rihayê pêk hat. Li ser gilîya ku di daweta kuçeyê de gulebaran kirin, polîs ji bo hişyarîyê bidin wan, çûn li herêmê. Hat îdîakirin ku di dawetê de komekê li hemberê hişyarîyê, êrîşê li polîsan kirine. Di êrîşa bi kevir û daran de, 3 polîs birîndar bûn û 10 kes jî hatin binçavkirin. Di derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.