Li Rihayê li dijî qutkirina ceyranê welatîyan bi girtina rê û astengkirina trafîkê bertek nîşanê DEDAŞê dan.
Li Rihayê li dijî qutkirina ceyranê welatîyan bi girtina rê û astengkirina trafîkê bertek nîşanê DEDAŞê dan.
Welatîyên ku dîyar kirin li Taxa Baglarbaşi ya Navçeya Halîlîye ya navend a Rihayê her roj bi saetan elektrîka wan tê qutkirin û mexdûr bûne, ji bo bertek nîşan bidin derketin kolanan.
Şênîyên taxê yên ku DEDAŞ'ê protesto kirin, kolanê Açiksûyê li trafîkê girtin. Welatîyên ku lastîk şewitandin û rê li trafîkê girtin, dîyar kirin ku germahî her diçe zêde dibe û xwestin qutbûna ceyranê bi dawî bibe.
Welatîyên ku tevî mudaxeleya polîsan jî çalakîya xwe berdewam kirin, piştê ceyrana hatibû qutkirin hat berdan, şênîyên taxê dawî li çalakîya xwe anîn.